Li Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya çavdêriya bi hûrbînî tê vekirin

Li Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya taybet bi çavdêrîkirina bi hûrbînî tê vekirin.
Nexweşxaneya Lalav
Nexweşxaneya Lalav

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, îro mezintirîn nexweşxaneya taybet bi çavdêrîkirina bi hûrbînî tê vekirin. Hişyarî jî bilindbûna amarên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê da.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya amadekariyên ji bo rûbirûbûna vîrûsa Korona û belavbûna nifşê nû wê vîrûsê, nexweşxaneyeke mezin bi navê Lalav li bajarê Hewlêrê tê vekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin, ew nexweşxane ji bo dermankirina nexweşên Korona yên tenduristiya wan ne baş e tê bikaranîn.

Wezareta Tendirustiyê hişyar jî da, hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêde dibin û Herêma Kurdistanê li hember metirsiya belavbûna bilez a Koronayê de ye. Herwiha bang li welatiyan dike jî, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe biparêzin