Firokeyên Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir

Firokeyên Îsraîlê hejmarek ji pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li derdora Şama Paytext bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Îsraîlê hejmarek ji pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li derdora Şama Paytext bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê pêgehên hêzên ser bi Pasdaranê Îranê û Hizbulaha Libnanî li derdora bajarokê Seyide Zêneb li başûrê Şamê bombebaran kirin. Lê ziyanên wê nehatin zanîn.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) li ser zarê jêderekî leşkerî diyar kir, sîstema wan a berevaniyê rûbirûyî wê êrîşa Îsraîlê bû û piraniya mûşekan berî bigihin armanca xwe şikandin.

Ev êrîş piştî wê tê, roja 15ê vê mehê firokeyên Îsraîlê binkeyên û komgehên çekan ên hêzên ser bi Îranê ve li başûr û rojavayê Şamê bombebaran kiribûn û di encamê de 9 çekdar hatibûn kuştin.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên hêzên Libnanî û Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.