Wezareta Navxwe ji bo xweparêziya ji Koronayê hejmarek biryar derkirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên taybet bi xwerparastina ji vîrûsa Koronayê derkirin.
Civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê
Civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên taybet bi xwerparastina ji vîrûsa Koronayê (Covid-19) derkirin û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.

Biryarên Wezareta Navxwe, piştî civîna duhî 1ê Adarê ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê hatin derkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, rêkarên xweparêziyê yên ji aliyê Wezareta Tndirustiyê ve hatine diyarkirin, li sazî û dezgehên hikûmî, navendên xwendinê, bazar û cihên giştî berdewam dibin, wek danîna maskan û dûrketina civakî.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Hemû cûre civîn û kombûn û konferans û boneyên olî û civakî qedexe ne.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Helmetên hişyarkirina tendirustî li temamê fermangeh û saziyên hikûmetê û navendên perwerdehî û cihên giştî, dê berdewam bibin.”

Li gor biryaran, divê kafeterya û xwaringeh, li derve û li baxçê xizmetên xwe pêşkêş bikin, cihên ku baxçeyê wan tune, divê bi hejmareke sînordar pêşwazî li mêvanên xwe bikin.

Herwiha divê hejmara amadebûyên dawet û şahiyan were sînordarkirin, bi awayekî ku rê li ber qerebalixiyê were girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Kombûna li ser qebran û danîna taziyeyê li mizgeft û li malan û vedana konê şînê, bi hemû awayî qedexe ne.”

Li gor biryaran, holên sînemayan li hemû mol û bazarên li Herêma Kurdistanê dê werin girtin.

Hat eşkerekirin ku sînorê Herêma Kurdistanê ligel parêzgehên Iraqê dê di rojên pêncşem, în, şemî yên 5 heta 7ê meha Adarê werin girtin.

Herwiha karê bazirganiyê yê li deriyên sînorî û ligel parêzgehên Iraqê dê berdewam bibin tevî liberçavgirtina hemû rêkarên xweparêziyê.