Li Herêma Kurdistanê xeteke trênê ya pêşketî tê çêkirin

Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi merasîmekê, ji bo amadekirina xeta hesinî, vexwendnameya sê kompaniyên mezin ên cîhanê îmze kir.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi merasîmekê, ji bo amadekirina xeta trênê, vexwendnameya sê kompaniyên mezin ên cîhanê îmze kir.

Dana Ebdulkerîm îro sêşemê 2yê Adara 2021ê di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em ji bo vexwendina wan kompaniyên ku ji bo qonaxa destpêkê ya projeya xeta hesinî ya Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin, amade ne.”

Ebdulkerîm destnîşan kir; projeya xeta trênê ji bo Herêma Kurdistanê projeyeke girîng e, ji ber ku ev xet di warê veguhsetinê û hatûçûna welatiyan di navbera bajar û navçeyên cuda de û di veguhestina danûstandinên bazirganî de, Herêmê dibe qonaxeke nû.

Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm diyar kir: “Ev her sê kompanî, di vî warî de pêşeng in û ji du kompaniyên Îspanî û kompaniyeke Almanî pêk tên. Em hêvî dikin, ew dema ku ji bo me diyar kirine û ew bingeha endezyariyê ku ji wan hatiye xwestin û nirxandina buhayê aborî yê projeyê temam bikin.”

Dana Ebdulkerîm spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir, ji ber ku bi awayekî berdewam piştgiriya vê projeyê dike.