Li Herêma Kurdistanê 199 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 82 kes li Hewlêrê, 53 kes li Silêmaniyê, 58 kes li Duhokê û 6 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de kesekî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 119 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 38 kes li Hewlêrê, 44 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 109350

Mirin: 3522

Başbûn: 103744

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.