Hevserokê HDPê: Daxwaza wan a girtina HDPê, dê partiya me mezintir bike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar diyar kir; ji ber ku di hilbijartinên bê de HDP dê tekez bibe şirîkê desthilata nû ji ber van tirsan hertim ev bangawazî tê kirin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar

Enqere (K24) - Li Parlamentoya Tirkiyê serokê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî cardin daxwaza xwe ya li ser girtina HDPê anî rojevê û girtina partiyê wekî tiştekî gelekî zarûrî îfade kir. Piştî vê axaftina Bahçelî di civîna koma HDPê de hevserokê HDPê Mîthat Sancar axivî û got; ji ber ku di hilbijartinên bê de HDP dê tekez bibe şirîkê desthilata nû ji ber van tirsan hertim ev bangawazî tê kirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar diyar kir: “Em baş dizanin ka desthilat bi van polîtîkayên dûjminane dixwaze bigihije kîjan armancê ji loma em bi ti awayî nakevin vê dafikê û em dê zimanê tundrew bikar neynin.”

Mîthat Sancar destnîşan kir: “Armanc û daxwaza wan ya li ser girtina HDPê dê partiya me her mezintir bike ya wan jî biçûktir bike. Bila li ser tirsa xwe berdewam bin.”

Sancar dibêje: “HDP dê bi hêvî, bawerî û bi biryar li ser rêya xwe berdewam be. Herwiha dê di demeke zû de jî bibe şirîkê rêveberiya nû ya vî welatî. Divê vê yekê baş bizanibin. Di rastiyê de dûjminatiya wan ne li hember HDPê lê li hember gelê Kurd e. Herwiha ligel HDPê hemû pêkhateyên li dor HDPê kom bûne wekî dûjmin bi nav dikin û ji xwe re kirine armanc.”