Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 16 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di nav mehekê de herî kêm 16 kolber bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li ser sînor hatine kuştin û birîndarkirin.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê di nav mehekê de herî kêm 16 kolber bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li ser sînor hatine kuştin û birîndarkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku di nava meha Sibatê de 7 kolber û kasibkar bi teqeyên hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin û 9 kolber jî birîndar bûne, ku ji wan 10 kes ji xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ne.

Herwiha di raporta Hengawê de hatiye eşkerekirin ku %56ê haletan bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên Îranê bûne.