Amerîka: Girtina sînor li pêş alîkariyan bû sedema karesateke mirovî

Nûnera daimî ya Amerîka li Netewên Yekgirtî girtina her du deriyên sînorî yên Bab El-Selam û Til Koçer li pêş gihîştina alîkariyên mirovî şermezar dike.
AFP LOUAI BESHARA
AFP LOUAI BESHARA

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera daimî ya Amerîka li Netewên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield girtina her du deriyên sînorî yên Bab El-Selam û Til Koçer li pêş gihîştina alîkariyên mirovî şermezar dike.

Linda Thomas-Greenfield di civîneke nefermî ya Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî ya taybet bi rewşa Sûriyê de ragihand, “Girtina xalên sînorî li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di sala 2020an de, piştî ku bi hikûmeta Sûriyê re rêkeftinek nehate kirin, bû sedema karesateke mirovî.”

Got jî: “Dema wê hatiye da ku em bigihin çareseriyeke siyasî ya rasteqîne. Ev tenê dibe sedema pêkanîna aştî û ewlehiya demdirêj ji gelê Sûriyê re.”

Got jî: “Girtina deriyên sînorî, rê neda alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî bigihin kesên hewcedar. Ew pirseke şerm e ku bû sedem êş û azara bi milyonan Sûrî zêde bibin.”

Ev di demekê de ye, Rûsya û Sûriyê berî du rojan di daxuyaniyeke hevbeş de Amerîka tometbar kir ku fişarê li Netewên Yekgirtî dike ta alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bike û wê yekê ji bo derbaskirina çekan ji grûpên çekdaran re bi kar bîne.

Ji sala 2014an ve û li gor biryareke navdewletî, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn, 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re bû. Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyê Til Koçer û Urdinê re rawestandibû.