Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Îtilafa Niştimanî ya Iraqê kir
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 3yê Adara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Îtilafa Niştimanî ya Iraqê Dr. Eyad Ellawî kir.
Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û guhertin û geşedanên herî dawî yên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de li ser hilbijartinên bê yên Iraqê gotûbêj kirin û li ser asteng û gefên li ber hilbijartinan û proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhateyên Iraqê, fikr û ramanên xwe parve kirin.