Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê kir
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro roja çarşemê 3yê Adara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Sûriye Dr. Nesir Herîrî û şanda ligel wî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê û geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê û herêmê hatin gotûbêjkirin û Serokê Îtilafa Niştimanî ya Sûriyê Dr. Nesir Herîrî spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku herdem hevsozê nehametî û girift û kêşeyên xelkê Sûriyê bûye û pêşwazî li sedan hezar aware û penaberên Sûriyê kiriye. Herwiha yad û merasîmên meha Adarê bilind nirxand ku beşeke giring a xebata gelê Kurdistanê pêk tînin.
Her di civînê de Serok Barzanî tekez kir ku ew ligel wê yekê ye ku qeyrana Sûriyê bigihê çareseriyê wiha ku aramî û tebayî di navbera gelên Sûriyê û hemû pêkhateyan li xwe bigire.
Herwiha Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragihandiye ku ew rûdanên li Efrînê rû didin cihê nîgeraniyê ne û bi girîngî rûdanan û ayîndeya gelê kurd li Sûriyê dikin û hêvî xwest di ayîndeya Sûriyê de berjewendiya gelan û pêkhateyên Sûriyê li ber çav were wergirtin.