Li bajarê Bedlîsê helîkoptereke leşkerî ket xwarê

11 leşkeran canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê BedlîsêBakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ket xwarê û di encama bûyerê de 11 leşkeran canê xwe ji dest dan.

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand; helîkoptereke leşkerî ku ji bajarê Çewlikê rabûye, li nêzîkî Bedlîsê ketiye xwarê û di encamê de 11 leşkeran canê xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku îro di demjimêr 13:55an de helîkoptereke cûreya Cougar a ser bi Fermandariya Hêzên Bejahî ku ji bajarê Çewlikê rabûbû û ber bi navçeya Tetwanê diçû, ket xwarê.

Di daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de hat eşkerekirin: “Îro di demjimêr 13:55an de helîkoptereke cûreya Cougar a ser bi Fermandariya Hêzên Bejahî ku ji bajarê Çewlikê rabûbû û ber bi navçeya Tetwanê diçû, pêwendî pê re qut bû. Li herêmê bi firokeya bêfirokevan û bi firokeyeke CN-235 dest bi xebatên lêgerînê hat kirin. Di encama lêgerînê de hat tesbîtkirin ku helîkopter ketiye xwarê.”