Îran gotûbêja li ser rêkeftina atomî red dike

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf red dike ku li ser rêkeftina atomî gotûbêj were kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf red dike ku li ser rêkeftina atomî gotûbêj were kirin.

Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku rêkeftina atomî cihê gotûbêjkirinê nîne.

Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Eger şert û mercên niha wek sala 2015 nîne, wek amajeyel ji bo wan salên rêkeftina atomî tê de hat kirin, ango divê vegerin sala 1945an û mafê veto were betalkirin, ku piraniya caran ji aliyê Amerîkayê ve ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne”

Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz kir ku ev rewşa rawestandî bi dawî bibe û vegerin ser cîbicîkirina rêkeftina atomî, ku berê hemû aliyan îmze kirine.

Li aliyê din nûnerê Amerîkayê yê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî diyar kir: “Em ti car nahêlin Îran ji bo lihevkirinê danûstandinan bi kar bîne.”