Serok Barzanî: Raperîn redkirina zilm û dagirkeriyê bû

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera destpêka Raperînê (5ê Adarê) peyamek belav kir û ragihand; Raperîn pêngaveke mezin a tevgera rizgarîxwaz a Kurd a ji bo destpêla qonaxeke girîng a xebata gelê me ye.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera destpêka Raperînê (5ê Adarê) peyamek belav kir û ragihand; Raperîn pêngaveke mezin a tevgera rizgarîxwaz a Kurd a ji bo destpêla qonaxeke girîng a xebata gelê me ye.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Mîhreban

Bi boneya 30yemîn salvegera Raperîna mezin a gelê Kurdistanê, ez pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû niştimanperwer û têkoşer û azadîxwaz û hemû çîn û welatiyên Kurdistanê dikim.

Raperîn redkirina zilm û dagirkeriyê bû û di heman demê de jî pêngaveke mezin a tevgera rizgarîxwaz a Kurd a ji bo destpêla qonaxeke girîng a xebata gelê me ye.

Armanca Raperînê vegerandina ax û mafên gelê Kurdistanê bû ku demeke dirêj bû bi agir, hesin û zordariyê ji xelkê Kurdistanê hatibû zeftkirin. Raperîn ji bo wê yekê bû ku gelê Kurdistanê bikare li ser axa xwe û di çarçoveya proseyeke demokrat û damezrandina saziyên rewa de, bi awayekî azad mafên xwe pêk bîne.

Em di vê salvegera pîroz de tekezî li wê yekê dikin ku divê armanc û nirxên Raperînê heta hetayê bilind berqerar bimînin û bi ti awayî nabe armanc û destkeftên Raperînê ji rêyên xwe bêne veqetandin û li şûma babetên din ên sînordar de bên biçûkkirin.

Gelê Kurdistanê xebata xwe kir û xwîna xwe da û raperî, da ku bi serbilindî bijî û her kes û aliyekî ku bixwaze di biha û armancên Raperînê kêm bike, di rastiyê de nepakî li xwîna şehîdan û bi dehan salên xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dike. Li hember wê jî, bi sed hezaran ewladên Kurdistanê amade berevanî li armanc û nirxên bilind ên Raperînê bikin.

Mesûd Barzanî