Papa Francis: Me hemûyan xewneke me ya hevbeş heye

Papayê Vatîkanê Papa Francis li Qereqoş ragihand, “Me hemûyan xewneke me ya hevbeş heye, divê bi hev re hewl bidin wê xewnê bi cih bînin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis li Qereqoş ragihand, “Me hemûyan xewneke me ya hevbeş heye, divê bi hev re hewl bidin wê xewnê bi cih bînin.”

Piştî Mûsilê, Papa Francis gihîşt Qereqoşê û ji aliyê pêkheteyan ve pêşwazî lê hate kirin. Papa di gotarekê de ragihand, “Vir, xaka bicihanîna xewnan e. Ew hevgirtina di navbera we de heye biparêzin. Hin bûyer û diyarde dixwazin îmana we lawaz be, lê divê hûn dest jê bernedin. Divê baweriya we bi we û ola we hebe. Bila di bîra we de be ku xwedê li pişt we ye. Bila hêviya we bi xwedê û asman hebe.”

Got jî: “Pêwîst e giyanê lêborînê li cem me hebe û li hemû kesan biborin, ji ber ku jiyan berdewam e û bila kîn di hinava we de çênebe. Bila xwedê di bîra we de be. Biryarên niha, çarenivîsa dahata me diyar dike.”

Di çarçoveya civîna Papa ligel pêkhateyên Qereqoşê de, çend kesan çîrokên trajîdî yên hatina DAIŞê û jidestdana kesûkarên xwe ji Papa re vegotin.