"Bi milyonan vaksîn digihin Iraqê"

Tendirustiya Iraqê ragihand ku bi milyonan vaksîn dê di demeke nêz de bigihin Iraqê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tendirustiya Iraqê ragihand ku bi milyonan vaksîn dê di demeke nêz de bigihin Iraqê.

Berdevkê Tendirustiya Iraqê Seyf Bedir eşkere kir; di demeke nêz de bi milyonan vaksîn dê bigigin Iraqê, ku niha li çend welatan rêkxistina rênimayan û veguhestina wan bo Iraqê mijûl in.

Seyf Bedir destnîşan kir ku rêkarên xweparêziyê dê weke xwe bimîne heta 22ê vê mehê, ev jî ji ber cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê, bi taybetî li ser ziyaretkarên serdana cihên pîroz dikin.

Bedir herwiha hişyarî da ku eger rewş wisa berdewam be, dê di demeke nêz de ji kontrolê derkeve.

Di destpêka vê mehê de weke qonaxa yekem 51 hezar derziyên vaksîna Koronayê ya Çînê gihişte Iraqê, ku para Herêma Kurdistanê ji wê beşê, 5 hezar derzî bû.