Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 gundên Til Rifatê topbaran kirin

Li gundewarê Helebê şer di navbera şervanên YPG û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike de derket.
Wêne: RT
Wêne: RT

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Helebê şer di navbera şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike û çekdaran 4 gundên di destê YPGê de ne topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî şerekî giran di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên YPGê li gundê Kefir Xaşir li bakurê Helebê derket û di encamê de çekdarekî hate kuştin.

Diyar kir jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran 4 gundên li derdora Til Rifatê yên ku di destê YPGê de ne topbaran kirin.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Her car jî şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de li wê herêmê derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.