Ebreşiyên Hewlêrê yên Kildan û Siryanan spasiya Serok Barzanî dikin

Spasiya Serok Mesûd Barzanî dikin, ji ber ku bi germî pêşwazî li Papayê Vatîkanê, Papa Francis kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Esqufê Ebreşiya Hewlêrê û Esqufê Ebreşiya Hedyab spasiya Serok Mesûd Barzanî dikin, ji ber ku bi germî pêşwazî li Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.

Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman di daxuyaniyekê de spasiya Serok Barzanî ku pêşwaziyeke germ li Papa Francis kiriye.

Di beşeke daxuyaniyekê de hatiye, “Serok Barzanî wek parêzvanê tevahiya pêkhateyên netewî û olî di dema êrîşa DAIŞê de, wek birayekî pêşwazî li koçberan kir û deriyên Herêma Kurdistanê di rûyê de wan de vekirin.”

Herwiha got: “Ji ber qehremaniya hêza Pêşmerge, koçber karîn vegerin ser mal û milkên xwe û karîn navçe û perestegehên xwe jî avedan bikin.”

Roja 7ê Adara 2021an, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û piştre serdana parêzgeha Neynewayê kir, danê êvarê jî bi amadebûna 10 hezar kesan, qudaseteke mezin encam da.