Mesrûr Barzanî: Pêdagiriyê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê dikin

Pêdagiriyê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 51emîn salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î de, peyamek belav kir û tê de ragihand, xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku ji bo cara yekem bi awayekî fermi beşek ji mafên netewî yên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Îro bîranîna 51emîn salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î dikin ku destkefteke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Eylûlê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû.”

Di beşeke din de Serokwezîr diyar dike, “Xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku ji bo cara yekem bi awayekî fermî beşek ji mafên netewî yên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike. Her çend e mixabin hikûmeta Iraqê di pişt re ew rêkeftin binpê kir û jê bi paş ve vegeriya û bi tundûtûjî û şer li dijî xelkê Kurdistanê rawestiye.”

Mesrûr Barzanî tekez dike, “Rêkeftina 11ê Adarê, berhema xebat û qurbanîdana tevahiya çîn û pêkhateyên cuda ên xelkê Kurdistanê bû, daxwaz û hêviya gelê Kurdistanê ji bo pêkvejiyana aştiyane û redkirina şer û malwêraniyê bû. di vê boneyê de, pêdagiriyê li ser çareseriya rîşeyî ya pirsgirêkên me ligel Hikûmeta Federalî dikin, li ser bingeha parastin û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çespandina bingehên sîstema federalî li Iraqê.”