Li Xanesorê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket

Li komelgeha Xanesorê yê ser bi nahiya Sinûnê ve, şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li komelgeha Xanesorê yê ser bi nahiya Sinûnê ve, şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket.

Li gor zanyariyên K24ê, li komelgeha Xanesorê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket, di encamê de jî leşkerî Iraqî birîndar bû û PKKê otomobîleke artêşa Iraqê revand.

Li gor zanyariyan, sedema wî şerî vedigere wê yekê, berî niha artêşa Iraqê soz dabû 1 hezar û 500 çekdarên ser bi PKKê ve tevlî artêşa Iraqê bike, îro jî ew molet bi dawî hat û ew rêkeftin bicibî nebû.

Ev di demekê de ye, çekdar û alîgirên PKKê jî li rojavayê Xanesorê, li Sinûn û Şingalê dest bi xwepêşandanan kirine.

Her çend e di heyama 10 rojên borî de artêşa Iraqê 3 Lîwayên xwe birine ser sînorê Iraq û Sûriyê, lê heta niha rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya asayîkirina rewşa Şingalê û derxistina çekdaran ji Şingalê nehatiye cibicîkirin.