Metranên Hewlêr û Hedyab spasiya Serokê Herêmê û Serokwezîr dikin

Metranan spasiya xwe nîşan ji bo rêkxistina merasîma pêşwaziyê û encamdana nimêje bikomî û qudasetê li Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Esqufê Ebreşiya Hewlêrê û Esqufê Ebreşiya Hedyab spasiya Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin ku pêşwazî û merasîma serkeftî ya ji bo Papayê Vatîkanê Papa Francis li Hewlêrê hatine kirin.

Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman di daxuyaniyekê de spasiya xwe nîşan ji bo rêkxistina merasîma pêşwaziyê û encamdana nimêje bikomî û qudasetê li Hewlêrê.

Di beşeke din a daxuyaniyekê de amaje bi tîmêm wezaretan û amadekariyên pêşwext dikin û radigihînin, ew pêşwazî û merasîm nîşana cîdiyetiya pêşwazîkirina li Papa bû.

Tekez kirin jî, ew pêşwaziya serkeftî ya li Hewlêrê ji bo Papa hatiye kirin, peyamek ji hemû cîhanê re bû û nîşana rasteqîne ya pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên netewî û olî de bû.

Roja 7ê Adara 2021an, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û piştre serdana parêzgeha Neynewayê kir, danê êvarê jî bi amadebûna 10 hezar kesan, qudaseteke mezin encam da.