Sîrwan Barzanî: Ji duh heta îro DAIŞ li Qereçûxê 28 car hat bombebarankirin

Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê yê hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand; ji şeva borî ve heta îro, 28 car cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê hatine bombebarankirin.
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî

Hewlêr (K24) – Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê yê Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand; ji şeva borî ve heta îro, 28 car cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê hatine bombebarankirin.

Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Di operasyoneke esmanî ya Hevpeymanan de bi hemahengiya ligel Jûra Operasyonan a li Hewlêrê û Pêşmerge û Artêşa Iraqê, ji şeva borî heta îro, 28 car şikeft û cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin.”

Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê herwiha diyar kir: “Ev operasyon dê berdewam bibin, da ku terorîst nikaribin li ti derekê cih bigrin û bibin cihê metirsiyê.”