Li Bakur karvedanên serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê berdewam in

Karvedanên serdana dîrokî ya Papa Francis bo Herêma Kurdistanê berdewam e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Karvedanên serdana dîrokî ya Papa Francis bo Herêma Kurdistanê berdewam e. Nivîskar û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê dibêjin; serdana Papayê Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê serkeftineke dîrokî ye û divê kurd li hemberî kesên ku tehemûla serkeftina Herêma Kurdistanê nakin xwedî helwesteke neteweyî bin.

Li Bakurê Kurdistanê karvedanên serdana dîrokî ya Papayê Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî raya giştî ya kurdên Bakur, bi serdana Papa di cîhanê de ji bo kurdan peyamên erênî hatin dayîn.

Nivîskar û Lêkolîner Omer Ozmen got; hin aliyên li Tirkiyeyê ji serdana Papa aciz bûn û naxwazin kurd di qada navdewletî de xwedî rol û bandor bin lê dixwazin serdana dîrokî di bin siya nîqaşên li ser pûla ku nexşeya Kurdistanê li ser bû bihêlin.

Omer Ozmen ji K24ê re diyar kir: “Pêşwazîkirina Papa ku li Herêma Kurdistanê pêk hat li cîhanê ji bo gelê kurd pêgaveke pozîtîf afirand. Ez bawer im dewletên cîran ji vê pêşwazîkirinê aciz bûn û tiştên din dikin hincet, dikin sebep.  Wek mînak; li ser pûlekê, li ser nexşeyekê dixwazin pêleke şovenîstiyê lidarbixînin. Medyaya PKKêû medyaya tirk li ser yek bandekî dijayetiya Barzanî û Ala Kurdistanê dike tim.  Bi baweriya min Serok Mesûd Barzanî dixwaze li her çar parçeyan Pirsgirêka Kurd bi şêwayeke, bi metodeke aşitiyane were çareserkirin.”

Di serdana Papa Francis bo Hewlêrê de pûlên ku ji aliyê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ve hatibûn amadekirin  jî hatin pêşandan û li ser pûlekê nexşeya Kurdistana Mezin û wêneyê Papa jî hebû. Rayedarên Tirkiyeyê û hin partî û fraksiyonan jî bertek li dijî nişana pûl û nexşeyê da. Cihgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî di civîneke çapemeniyê de li ser pirsekê got, “ya baş ew e hûn vê pirsê ji Barzanî bipirsin, ji me nepirsin.” Ev bersiva Beştaş rastî bertekan hat.

Parêzer û şîrovekarê siyasî Sidqî Zîlan got; divê bi taybetî kurd Serok Barzanî û rêveberiya Herêma Kurdistanê biparêzin û lê xwedî derkevin lewra di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî rol û bandor in.

Sidqî Zîlan ji K24ê re ragihand: “Meral xanim çima ev gotin kirin? Em vê axaftinê naparêzin, li gorî min ew axaftina wê şaş e.  Her kurd, her mirovê adîl dikare di meseleya kurdistanê de peyvan bîne ziman û bêje ew der axa  Kurdistanê ye û ev meseleyeke siyasî ye, dîrokî ye. Rola malbata Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek girîng e. Li gorî hiqûqa navneteweyî, li gorî qanûna esasî ya Iraqê statûya Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyîn û dewletên mezin hemû jî Herêma Kurdistanê nas dikin. Divê em jî meşruyeta Kurdistanê biparêzin û hurmetê lê bigrin.”

Rewşenbîrên kurd dibêjin; bi serdana Papa jî girîngiya Herêma Kurdistan û serkirdetiya wê careke hat dîtin û serkirdetiya Kurdistanê dixwazin ku pirsgirêka kurd bi şêwazeyeke aşitiyane were çareserkirin. Rewşenbîr tînin ziman ku; divê kurd jî li hemberî helwestên li dijî Herêma Kurdistanê û serkirdetiya kurdan xwedî helwest bin.