Malbatên şehîdên serhildana Rojavayê Kurdistanê behsa wan rojan dikin

Ciwanê Kurd Ehmed ku di serhildanê de şehîd bû, dayîka wî li ser qebra wî behsa wan rojan dike.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Malbatên şehîdên serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12ê Adara sala 2004an behsa rojên serhildanê dikin.

17 sal derbas bûn, şehîdên ku bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandin, maçek futbolê bû, ku bû çirûska raperîna Qamişlo, serhildana ku ciwanên Kurd xwîna xwe di ber de rijandin.

Ciwanê Kurd Ehmed ku di serhildanê de şehîd bû, dayîka wî li ser qebra wî behsa wan rojan dike.

Bavê Aras jî di wê maçê de beşdar bû, bi çavên xwe dît ku çawa cemawerê Tîma Cîhad ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat gullebarankirin. Roja ewil, di stadê de çar ciwan şehîd bûn, lê cemawer nesekinî û serhildan li hemû Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Di raperîna 12ê Adarê de nêzîkî 40 kes şehîd bûn û bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran girtî di zindanên rejîma Sûriyê de hatin îşkencekirin. Piştî pevçûneke di navbera Tîma Cîhad a Qamişlo û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê de biryara gullebaranê ji aliyê Parêzgarê berê yê Hesekê Selîm Qebûl hatibû.