Serokê PAKê: Kilîta çareseriyê ew e ku PKKê vî şerî rawestîne

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk derbarê kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk derbarê kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “PKK û hemû hêzên çekdar û siyasî, dewletên herêmê; Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, dewletên cîhanê, bê şik û bê minaqeşe, divê rêzê li meşrûiyet, serwerî, biryar, desthilatdariya serokatî, parlamento, hikûmet û hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bigrin.”

Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mijara kiryarên PKKê yên li Başûrê Kurdistan, pûla ku ji bo serdana Papa Francis hatibû çêkirin û li ser wê nexşeya Kurdistanê hebû û herwiha derbarê kampanyaya fermîkirina zimanê Kurdî ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser kiryarên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê ku şeva îna derbasbûyî jî ji ber danîna bombeyekê li ser rêyeke sereke ji aliyê PKKê ve, pêşmergeyek şehîd bû û pêşmergeyek jî birîndar bû, Mustafa Ozçelîk diyar kir: “PKK û hemû hêzên çekdar û siyasî, dewletên herêmê; Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, dewletên cîhanê, bê şik û bê minaqeşe, divê rêzê li meşrûiyet, serwerî, biryar, desthilatdariya serokatî, parlamento, hikûmet û hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bigrin. Ev pir bi zelalî, divê hemû Kurdistanî di vê meseleyê de helwesta xwe nîşan bidin û ev êrîşa ku îro PKK dike û şehîdbûna pêşmerge nayê qebûlkirin, me berê jî ev hewl şermezar kiriye. Bi ya me îro kilîta vî îşî, rawestandina şer e li Bakurê Kurdistanê. PKK bi şerê xwe, bingeha şer li Bakurê Kurdistanê nemaye û ev şer zerar dide gelê Kurdistanê di doza me de û êdî ji Bakurê Kurdistanê jî bihuriye, zerarê wan em dibînin, şer hatiye li saha Başûrê Kurdistanê tê meşandin, zerarê dide Rojavayê Kurdistanê jî. Ji ber vê bê teredud, divê PKKê şer rawestîne. Gava PKKê şer rawestîne, wê gavê ji aliyê Kurdan ve destê Kurdan dê xurttir bibe. Ne wê wateyê ku Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne. Destê Tirkiyê jî, destê Îranê jî, yê Sûriyê jî dê gelek zeyîftir bibe. Kilîta vî îşî rawestandina şer e, di vî warî de jî divê hemû hêzên siyasî û dezgehên sivîl û kesayetên bi taybetî Bakurê Kurdistanê helwestek pir bi zelalî bigrin ku PKK vî şerî rawestîne.”

Di serdana Papa Francis de li Herêma Kurdistanê pûlek hat amadekirin û ew pûla ku nexşeya Kurdistanê li ser bû, li Tirkiyê gelek hat nîqaşkirin, derbarê vê mijarê de  Mustafa Ozçelik diyar kir: “Ez dixwazim di du aliyan de vê meseleyê binirxînim, yek; aliyê teknîkî û yek jî aliyê siyasî ye. Birêz Papa him serokê dewleta Vatîkanê ye û him jî serokê ruhanî yê dînî yê hemû Xiristiyanên cîhanê ye. Eger dewletek bixwaze pûlek bi vî awayî li ser navê Birêz Papa derxe, pêştir divê îznê ji wî bistînin, gelo ev destûr hatiye standin, ev cihê pirsê ye. Ya duyem; Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Birêz Cotyar Adil got ku hinek hunermendan pêşniyarî me kiriye, em ê ji aliyê destûrî û hiqûqî biryarê bidin, biryarek wiha nehatiye standin, çima ev pûl derket holê, kê ev derxist holê? Ya din, weke teknîkî ez bêjim; wêneya Ala Kurdistanê xelet danîne ser.”

"Tirkiyê xwest êrîş bike, lê 83 milyon welatî bi nexşeya Kurdistanê hesiyan"

Ozçelîk li ser nîqaşên li Tirkiyê got: “Li hember nexşeya Kurdistanê derdikevin, dewleta Tirkiye û Îranê bi taybetî ev daxuyanî dan. Îro li Tirkiyê rojev bûye ev. Ji aliyekî ve Tirkiye dixwaze êrîşê bike, lê di pratîkê de propaganda ji bo Kurdistanê dike, 83 milyonên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ew nifûs gişt pê hesiyan ku nexşeyek wiha heye.”

Derbarê girîngiya serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de, Mustafa Ozçelîk diyar kir: “Hatina Papa bo Başûrê Kurdistanê birastî jî gaveke dîrokî bû. Ev jiyana li Başûrê Kurdistanê ku hemû ol û mezheb û etnîsîteyên ku li vê derê pêkve bi awayekî azad û demokrat pêkvejiyanek heye li vê derê, ev destkeftiyên li vê derê li dinyayê giştî hat fêmkirin û ev ewlekariya heye, du hezaran însan li vê derê ew nimêja ku kirin, evana hemû li Başûrê Kurdistanê serbilindî bû ji bo hemû Kurdan re, bi rastî Tirkiyê ev hezm nekir, bû wek hesûdiyek û xwestin vê yekê bi awayekî pûç bikin, êrîşekê li hember vê bidin meşandin, ew tiştên ku tê gotin, esasê xwe li hemberî hebûna Kurdistanê ye, li hemberî doza Kurdistanê ye. Ji AK Partî, MHP, CHP, Partiya DEVA, Partiya Gelecekê, hemû partiyan heman helwest nîşan dan. Di van meseleyan de partiyên Tirkan hemû dibin yek, ev jî cihê balê ye.”

Serokê PAKê eşkere kir ku ji ber navê Kurdistanê doz li dijî partiya wan hatiye vekirin û got: “Ji ber ku navê Kurdistanê di PAKê de heye, di bernameya wê de jî daxwaza çarenûsa mafên Kurdan heye, derheqê me de doza girtinê vekirine.”

Derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku ragihandiye; dixwazin li Tirkiyê destûreke nû çêbikin û reforman pêk bînin, Mustafa Ozçelîk destnîşan kir ku welatiyên Tirkiyê pê bawer nakin, ji ber ku kiryar û gotin ne yek in û eşkere kir: “Di Qanûna Bingehîn de xala nodî heye, dibêje; 'Li gor vê xala nodî, peymanên ku Tirkiyê îmze kirine, li gor hiqûqa navnetewî û qanûnên Tirkiyê bên beramberî hev, hiqûqa navnetewî derbas dibe', ev tê çi wateyê; yanî meselya ku destûra Tirkiyê jî û yasayên wê jî hemû girêdayî hiqûqên navnetewî ne.”

"Kampanyaya fermîkirina zimanê Kurdî, kampanyayeke dîrokî ye"

Li ser kampanyaya fermîkirina zimanê Kurdî ku li Bakurê Kurdistanê îsal hatiye destpêkirin, Mustafa Ozçelik diyar kir: “Platforma Zimanê Kurdî û Platforma Ziman û Çanda Kurdî pêşkêşiya vî karî kirin, lê gelek partiyên siyasî, PAK jî tê de, dezgehên sivîl û kesayetan piştgiriya vê kampanyayê kirin. Kampanyayek dîrokî ye, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê, divê em Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bê qeyd û şert, em herin li deriyê AK Partiyê bixin, Partiya Gelecekê bixin, Partiya DEVA bixin, CHPê bixin, Partiya Refah, hemû partî, kîjan Kurdek li kîjan partiyê be, divê ewilî ferqê nexin û em herin îmze ji wan bixwazin.”