Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Dr. Mela Ebdulla Ehmed Îmam Akreyî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Dr. Mela Ebdulla Ehmed Îmam Akreyî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bo malbata Doktor Mela Ebdulla Ehmed Îmam Akreyî;

Bi xem û kovan ve, me peyama malavayî ya Seyda Doktor Mela Ebdulla Mela Ehmed Akreyî, Endamê Mekteba Tenfîzî û Berpirsê Liqa Akrê ya Yekîtiya Zanayên Ayînê Îslamê li Kurdistanê bihîst. Em serexoşî li malbata we yên birêz dikin û xwe bi şirîkê xema we dizanin.

Em ji Xwedayê mezin daxwazkar in, giyanê wî bi beheşta berîn şad biket û sebr û hedarê bidete hemî layekî.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê