Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa herî dawî ya Covid-19ê

Di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 29 hezar û 696 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 18 hezar û 322 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 869 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 930 hezar û 554 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 17 hezar û 161 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 752 hezar û 23 kesan.