HDPê biryara xwe eşkere kir: Em ê li Parlamentoyê bimînin

Rêveberiya Navendî ya HDPê li Enqereyê bi awayekî derasayî civiya û li ser doza girtina HDPê nexşerêya xwe eşkere kir.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan
Hevseroka HDPê Pervin Buldan

Enqere (K24) - Rêveberiya Navendî ya HDPê li Enqereyê bi awayekî derasayî civiya û li ser doza girtina HDPê nexşerêya xwe eşkere kir.

Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mîthat Sancar dan zanîn, “ew ê dev ji Parlamentoyê û siyaseta demokratîk bernedin. Her wiha Hevserokên HDPê destnîşan dikin,  ew di egera girtina HDPê da dest bi amadehiyên rêyên alternatîf kirine. Her wiha HDP, bang li partiyên mixalefetê dike û dibêje, îro ew roj e ku hûn helwesta xwe diyar bikin nexwe sibê wê pir dereng be.

Piştî ku parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu hate betalkirin û li dijî HDPê doza girtinê hat vekirin û şûnde rêveberiya HDP li Enqereyê bi awayekê derasayî civiya. Dema ku bo civînê navber hat dayîn Hevserokên HDPê Perivn Buldan û mîthat Sancar bi civînekê rojnamgeriyê biryarên ku hatine dayîn eşkere kir.

Buldan da zanîn, ew ê dev ji Parlamentoyê û siyaseta dmeorkatîk bernedin û ew di îhtimala girtina HDPê da jî dest bi amadehiyên diyarkirina nexşerêyê kirine.

Pervin Buldan diyar kir: “HDP wê li parlamentoyê siyaseta xwe ya demokratîk bidomîne. Rêjeya dengên min ji duh ve, ji sedî 12an derketiye ji sedî 20an. Divê tu kes bejna xwe netewîne û xemgîn nebe. Heta HDP hebe wê li gel gelên me siyasete xwe ya demokratîk bidomîne.”

Sancar jî, bang li hêzên demorkatîk û partiyên mixalefetê kir û got, îro ew roj e ku hûn helwesta xwe diyar bikin nexwe sibê wê pir dereng be.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar destnîşan kir: “Ez bang li hemû hêzên demokrasî û mixalefetê dikim; tişta ku îro li me hat kirin wê sibê li we jî bê kirin. Ev bes meseleya HDPê nîne. Doza girtina HDPê neçariya desthilatê nîşan dide. HDP wê bibe şirîkê rêveberiya vî welatî. Divê mixalefet xwedî li baweriya pêşeroja demokratîk derkeve.”

Li aliyê din Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê îdianameya ku ji bo HDP bê girtin ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn rêkir. Di doznameyê da di nav de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê 687 siyasetmedar û rêveberên HDPê da 5 sal qedexeya siyasete tê xwestin.