Serokwezîrê Kanadayê: Newroza gelê Kurd pîroz dikim

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd û gelên din dike
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Kanadayê pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd û gelên din dike û ji welatiyan daxwaz dike, rênimayên xweparêziya ji vîrusa Koronayê di rojên cejnê de cîbicî bikin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di peyama xwe de diyar kir: “Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be. Îro Efxanistanî, Îranî û Kurd, li Kanadayê û temamê cîhanê ahenga cejna Newrozê bi xweşî û şadî dikin. Di vê Newrozê de malbat li ser maseyekê li cem hem kom dibin û nan dixwin û stranan guhdarî dikin û ji karên xwe çêj werdigrin.”

Justin Trudeau dibêje: “Ev Newroz gelek cuda ye, ji ber vîrusa Koronayê em nikarin gelek nêzîkî hev bibin, divê haya me ji rênimayên tendirustiyê hebe, da ku di Newrozeke din de em hevdû bibînin, divê em rênimayên tendirustiyê cîbicî bikin.”