Serok Barzanî: Bikaranîna zimanê zorîne û kemîne û kultûra xwesepandinê ti pirsgirêkan çareser nake

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir, di serî de jî li malbatên şehîdan û Pêşmergeyan. Serok Barzanî ragihand, her dem bi me xweş e û em dixwazin giriftên xwe yên li Iraqê de li ser bingeha şeraketê bêne çareser kirin. Herwiha tekez kir jî, gelê Kurdistanê sîtem û zordariyê ji tu aliyek qebûl nake û ji bo pêşî li neheqî û zilmê were girtin, çi ji dest were, dê berevaniyê li mafê xwe bike.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li hemû zar û gedeyên gelê Kurd li perçeyên dinê Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşeke ji kultûr û kevneşopiyên wan.

Ji bo gelê Kurdistanê Newroz ji bilî hatina bihar û nûbûna xwezayê, wateya azadîxwazî û raperîna li dijî sîtemkariyê jî dide. Kurd li Newrozê da raperînê kiriye bo ku ji bindestiyê rizgar bê û azadiyê bi dest ve bênê. Ruhê raperîn û azadîxwaziya Kurd gelek ji berê de hebu û niha jî her heye û heta bindestî û sîtemkarî hebê her berdewamiya xwe dibê.

Gelê Kurdistanê bawerî bi pêkvejiyana netewe û ol û bîr û ramanên cûda heye û li vî derbarî de xwedî kultureke dîrokî û kûre û bi kirdarî bingehên pêkvejiyanê piyade kiriye û kar pê kiriye. Li heman demê de jî giyanê azadîxwazî û pêkvejiyana Kurd, herdem li gel aştîxwaziyê da buwe. Gelê Kurdistanê dixwazê bi awayeke aştiyane çarenivîsa xwe diyar bike û kêşeyan li rêya aştiyê ve çareser bibin û bawerî bi şer û tundutîjiyê nîne. Lê belê li gel ewe da jî sîtem û zordariyê ji tu aliyek qebûl nake ku kar gihîşte wê yekê zulm û te'dayî lê bêkirin berevaniyê li mafên xwe dike.

Me herdem pê xweş e û em dixwazin giriftên xwe yên li Iraqê da li ser bingeha şeraketê bêne çareser kirin. Gelê Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya arezûmendane li Iraqê da şerîke. Ladana li bingeha yekîtiya arezûmendane û bikaranîna zimanê zorîne û kemîne û kultûra xwesepandinê û înkarkirinê, bi piştrastiyê ve giriftan çareser nake.

Newroza we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
29ê Reşemmeya 2720 a Kurdî
20ê Adara 2021 ê Zayînî