Hiqûqnas: Di doza girtina HDPê de 2 senaryo hene

Di doznameya li dijî HDPê da, bi temamî girtina HDPê û ji bo 687 rêveber û endamên wê 5 sal qedexeya sîyasetê tê xwestin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkîye karvedanên doza girtinê ya li dijî HDPê didomin. Di doznameya li dijî HDPê da, bi temamî girtina HDPê û ji bo 687 rêveber û endamên wê 5 sal qedexeya sîyasetê tê xwestin. Proseya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn berdewam dike. Li gorî hiqûqnasan, niha li pêşîya HDPê du senaryo heye; yan wê HDP bi temamî bê girtin, yan jî wê bi qismî an bi temamî HDP ji alîkarîya xezîneya dewletê bê bêparkirin.

Li Tirkîye û bakur rojeva sereke doza girtina li dijî HDPê ye. Îdianameya ku ji alîyê Serdozgerîya Komarî ya Tirkîyê ve hate amadekirin û tê da li gel bi temamî girtina HDPê, ji bo 687 rêveber û endamên wê 5 sal qedexeya sîyasetê tê xwestin ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn hate şandin û Dadgehê jî ji bo doznameya 609 rûpelî lêbikole raportorekê erkdar kir.

Li gorî pisporê hiqûqa navdewletî Kurtuş Baştimar, niha li pêşîya HDPê du senaryo heye yan wê HDP bi temamî bê girtin, yan jî wê bi qismî an bi temamî HDP ji alîkarîya xezîneya dewletê bê bêparkirin.

Pisporê Hiqûqa Navdewletî Kurtuluş Baştimar ji K24ê re got: "Raportor wê pêşî 'rapora pêşîn a lêkolînê' amade bike û vê pêşkêşî serokatîya Dadgeha Destûra Bingehîn bike. Niha li pêşîya HDPê du senaryo heye; yan wê li gorî hincetên doznameyê HDP bê girtin. Tabî ev bi yasayî zor e. Ya duyem jî, wê HDP bi qismî an bi temamî ji alîkarîya xezîneyê bê bêparkirin. Niha ber destê me mînaka DTPê heye û Dadgeha Ewropayê ji bo girtina DTPê biryara binpêkirinê dabû."

Li gorî hiqûqnas û Hevseroka Komeleya ÎHDê Eren Keskin, doza girtina li dijî HDPê eql û feraseta dewletê ye û HDP neyê girtin jî wê nehêlin ku HDP di qada demokratîk da sîyasetê bike.

Hevseroka Komeleya ÎHDê Eren Keskin dibêje: "Doza girtina HDPê berdewamîya eqlîyeta salên 90î ya dewletê ye. Ji loma ez zêde şaş nemam. Jixwe Tirkîye ev demekî ye hemû mafên navdewletî yên mirovan û yasayên xwe binpê dike û cîbicih nake. Niha mafên îfade û rêxistinbûnê yê HDPê tê astengkirin. Jixwe bi qeyûm û girtinan zûda ye nahêlin HDP sîyasetê bike. Tirkîye bûye welatekî wisa ku em nikarin pêşbînî bikion ka wê HDP bê girtin an li gorî hiqûqê neyê girtin."

Raportorê ku wê doznameya Serdozgerîyê lêbikole, pêş, 'rapora pêşîn a lêkolînê' amade bike. Ger rapor ji alîyê serokatîya Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê pesendkirin wê dozname bê amadekirin û li gorî usul û esasê parastin bên kirin. Piştî vê wê Serdozgerîya Komarî û HDP jî li gorî esasê parastina xwe bike. Pişt ra wê Dadgeh roja biryardayînê dîyar bike û raporê ji 15 endamên xwe ra bişêne. Biryara girtinê divê ji 3 paran 2 par pesend bike. Yanê ji 15 endaman divê 10 endam biryara girtinê erê bike