Elçî: Eger Tirkiye mafên Kurdan nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe

Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de diyar kir: “Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike."
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de diyar kir: “Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike. Eger dewleta Tirkiyê nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe.”

Fethullah Elçî ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Elçî diyar kir: “Dewleta Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê her wext gelek pirsgirêk di navbera wan de çêbûne, lê van salên dawî, dema ku mirov li têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Amerîka û Tirkiyê dinêre, gelek xirab e û gelek di xeteriyê de ye. Dewleta Tirkiyê baweriya xwe bi penaberên ku ji şer reviyane û hatine Tirkiyê, tîne û destê xwe pê hinekî xurt dike û bi Yekîtiya Ewropayê bi vê tehdîd dike.”

Fethullah Elçî destnîşan dike: “Yekîtiya Ewropayê dewleta Tirkiyê çendîn sal in weke qereqolekê ji xwe re dibîne û naxwaze wê qereqola xwe ya li Rojhilata Navîn, dewleteke weke Tirkiyê ji destê xwe berde. Ji ber vê yekê Ewropa car caran hinek hişyarî dide dewleta Tirkiyê û dibêje 'em ê hinek ceza bidin te', lê her dem ne jidil e.”

Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî got: “Eger ku Tirkiye bixwaze têkiliyên wê û Yekîtiya Ewropa û Amerîka baş be, lazim e pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Eger ku dewleta Tirkiyê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke, ne mimkun e ku navbera wê û Yekîtiya Ewropa û dewletên Ewropayê xweş bibe. Ji aliyê aborî ve jî dewleta Tirkiyê êdî baweriyê nade Ewropayê. Weke din; di mijara mafên mirovan û azadiya mirovan de jî gelek şûnve çûn heye, pêşve çûn nîne û şûnve çûn heye.”

Fethullah Elçî diyar dike: “Eger Tirkiye bixwaze navbera wê û Yekîtiya Ewropayê xweş bibe, beriya her tiştî lazim e pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Ya herî girîng û berçav pirsgirêka Kurd e. Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike. Eger dewleta Tirkiyê nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe.”

Elçî dibêje: “Îro hikûmeta Tayyip Erdogan û kesayetê wî bi xwe jî, vê gavê gelek ketiye zor û zehmetiyê. Îro yê ku hikûmeta Tirkiyê birêve dibe, ne partiya Tayyip Erdogan an jî ew birêve dibe, îro yê hikûmeta Tirkiyê birêve dibe, MHP ye, Dogu Perinçek e.”