Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê ber bi karesatê ve diçe

Rojavayê Kurdistanê di rewşeke aborî ya aloz re derbas dibe, welatî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê aloz bûye. Welatî gazinan dikin û dibêjin, êdî nema dikarin jiyana xwe bi rê ve bibin û daxwaza çareyekê ji rewşa heyî re dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê rewşa aborî gelekî xerap bûye û ber bi karesatekê ve diçe. Roj bi roj nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolarê Amerîkî dadikeve. Welatî dibêjin, heger zarokên wan ji derve pereyan ji wan re neşînin, dê nikaribin pêdviyên jiyana xwe peyda bikin.

Welatiyê bi navê Hesen Tûj ji K24ê re got: “Heger ne zarokên me yên li derve bana, xelkê dê pars bikira. Em hêvî dikin berpirsên rêveberiyê alîkariyê bi vî miletî re bikin.”

Nirxê her Dolareke Amerîkî sînorê 4500 Lîreyên Sûrî derbas kiriye. Di vê rewşê de mûçeya mehane ya fermanberê Rêveberiya Xweser, dora 40 Dolar û ya fermanberê hikûmeta Sûriyê 10 Dolar in û divê bi vê pereyên kêm jî debara jiyana xwe bikin.

Pereguhêr dibêjin ku lîstekeke mezin çêdibe û kesek nizane dê rewşa aborî ber bi kû ve biçe û tenê welatî baca vê rewşa xirap didin.