Li Xurmatûyê leşkerî Iraqî di êrîşeke DAIŞê de hate kuştin

Leşkerekî Iraqî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li nêzîkî Xurmatûyê de, leşkerekî Iraqî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Jêderekî ji ewlehiya parêzgeha Selahedînê ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê li sînorê gundê Pîr Ehmed yê ser bi qezaya Xutmatûyê ve kir.

Wî jêderî diyar kir, di encama êrîşê de, leşkerekî Iraqî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, li Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê valahiyeke ewlehiyê çê bûye û çekdarên DAIŞê kiryarên teroristî dikin.

Ev di demekê de ye, duhî Dezgeha Dijeterora Iraqê belav kiribû, wan operasyoneke hevbeş ligel hêzên Pêşmerge li çiyayê Qereçûxê û derdora Mexmûrê li dijî DAIŞê encam dabû û 14 rojan berdewam kir.

Dezgeha Dijeterora Iraqê aşkere kir, di wê operasyonê de 27 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.