VIDEO – Helîkopterên Tirkiyê devereke Zaxoyê gullebaran kirin

Îşev li gundê Bank Sindî yê li sînorê nahiya Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo, helîkopterên serbazî yên Tirkiyê derdora gund û zalgehên pasevanên sînorî yên Iraqê gullebaran kirin.

Zaxo (K24) – Îşev li gundê Bank Sindî yê li sînorê nahiya Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo, helîkopterên serbazî yên Tirkiyê derdora gund û zalgehên pasevanên sînorî yên Iraqê gullebaran kirin.

Fermandarê Lîwaya Yek a Pasevanên Sînorî yê li navçeya Zaxoyê, Dilêr Ferzende Zêbarî ji Kurdistan24ê re ragihand; piştî ku çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li derdora komelgeha Bêgova êrîş kirin ser xaleke artêşa Tirkiyê li nêzîkî Girê Bî, helîkopterên serbazî yên Tirkiyê ew dever gullebaran kirin.

Dilêr Ferzende Zêbarî eşkere kir; piştî ku helîkopterên Tirkiyê bi liv û tevgerên çekdarên PKKê hîs kir, li nêzîkî gundê Bank Sindî, çekdarên PKKê kirin armanc.

Heta niha nayê zanîn ku di encama êrîşan de çi ziyan derketine holê.