Li Enqerê 22 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin

Li bajarê Enqerê 22 welatiyên Iraqê bi tohmeta “endamtiya rêxistina DAIŞê” hatin desteserkirin.
Hêzên Dije Terorê li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek encam dan
Hêzên Dije Terorê li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek encam dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Enqerê 22 welatiyên Iraqê bi tohmeta “endamtiya rêxistina DAIŞê” hatin desteserkirin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê, Hêzên Dije Terorê yên ser bi emniyeta wî bajarî ve li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek encam dan.

Di encama operasyona hêzên emnî de 22 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan kesên hatine girtin hemwelatiyên Iraqê ne û “peywendiya wan li gel herêmên şer” hatiye selimandin.

Kesên hatine desteserkirin bo navenda Emniyeta Enqerê hatin veguhastin û lêkolîna li gel wan kesan berdewam e.