Şerefxan Cizîrî: Mamoste Qedrî Yildirim xebatên giranbuha ji bo zimanê Kurdî kirine

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim peyameke sersaxiyê belav kir.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim peyameke sersaxiyê belav kir û bal kişande ser wê yekê ku Mamoste Qedrî Yildirim xebatên giranbuha ji bona ziman û zanista Kurdî kirine.

Peyama sersaxiyê ya Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Kedkarê Ziman û Zanista Kurdî.

Min bi xemgînî bihist ku Profesor Qedrî Yildirim çûye ser dilovanîya xwe. Rehma Xwedê lê be. Bila serê malbat, şagirt û hezkiriyê wî sax bin.

Mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdînê xebatên giranbuha ji bona ziman û zanista Kurdî kirine. Yên ku wî ji nêzîk de nas dikin dizanin ku mamoste Qedrî mirovekî nefsbiçûk, xebatkar û Kurdperwer bû.

Demekê ez û mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdînê bi hevdû re jî xebitîn. Min cara pêşî ew li vir nas kir. Di dema mamoste Qedrî de gelek lêkolînên hêja li Zanîngehê hatin kirin.

Gelek mamosteyên zimanê Kurdî di dema mamoste Qedrî de bawernameyên xwe wergirtin. Zanîngeha Mêrdînê di demeke kurt de, bi alikariya gelek mirovên jêhatî di beşa ziman û çanda Kurdî de bibû xwediyê prestîjeke xuyayî. Di vê xebatê de keda mamoste Qedrî Yıldırım nayê jibîrkirin.

Ma bav û kalên me negotine; mirov diçe nav dimîne!

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî

Şerefxan Cizîrî