Rojhilatnasê Rûsî: Amerîka li Sûriyê gelê Kurd bi kar tîne

Rojhilatnasê Rûsî Borîs Vasîlevîç li ser helwesta Rûsyayê li hember gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Kurdên li Sûriyê, beşek in ji gelê Sûriyê.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Rojhilatnasê Rûsî Borîs Vasîlevîç li ser helwesta Rûsyayê li hember gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Kurdên li Sûriyê, beşek in ji gelê Sûriyê. Herwiha dibêje: “Siyaseta Amerîkayê derbarê krîza Sûriyê de, siyaseteke dijminkarane ye. Amerîkî gelê Kurd bi kar tînin.”

Borîs Vasîlevîç beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser siyaseta Moskowê derbarê Sûriyê de û bi taybetî nêrîna Rûsyayê li ser Rojavayê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Vasîlevîç diyar kir: “Bêguman doza gelê Kurd li Sûriyê, dozeke rast û heye, Lavrov her tim dibêje ku gelê Sûriyê jî, gelê Kurd jî, Kurdên li Sûriyê, beşek in ji gelê Sûriyê, herwiha dewleta Sûriyê ji bo Kurdên Sûriyê ye jî. Derbarê siyaseta Amerîkayê de, her tim siyaseta Amerîkayê berjewendiyên Amerîkayê tenê dihewîne, ne di berjewendiyên gelên din de ye.”

Borîs Vasîlevîç dibêje: “Siyaseta Amerîkayê derbarê krîza Sûriyê de, siyaseteke dijminkarane ye. Amerîkî gelê Kurd bi kar tînin. Ev yek jî zelal e.”

Rojhilatnasê Rûsî destnîşan kir: “Helwesta Rûsyayê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, pirsgirêka Kurd li Sûriyê beşek e ji krîza mezin a Sûriyê. Tirkiye jî bêguman destêwerdan di Sûriyê de kir, bi hêzên çekdarî û artêşa Tirkiyê li wê derê ye, li nav xaka Sûriyê ye. Rûsya her tim dibêje ku ji bo pirsa Sûriyê were çareserkirin, mafê xelkê Sûriyê heye ku krîza li wî welatî çareser bibe.”

Li ser pirsa "Gelo çima Rûsyayê destûr da ku artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bibe?", Vasîlevîç got: “Krîza li Sûriyê krîzeke zehmet e, di vê krîzê de hêzên cuda hene, hêzên biyanî jî hene. Di nava van hêzan de hêzên Tirkiyê jî hene.”

Derbarê pirsa "Gelo Rûsya rêzê li îradeya gelê Kurd ê li Sûriyê digre?”, Borîs Vasîlevîç diyar kir: “Helwesta Rûsyayê li ser gelê Kurd ê li Sûriyê helwesteke zelal e. Nûnerên Rûsyayê ji bo gelê Kurd gotine ku Kurdên Sûriyê beşek in ji gelê Sûriyê, li gorî destûra Komara Sûriye ya Erebî, lê ji bo gelê Kurd li Sûriyê mafê wan heye ku jiyaneke di nav Sûriyê de bikin, ku çawa dixwazin ziman û çanda xwe bijîn.”