Cenazeyên 4 penaberên Rojava bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin

Cenazeyên 4 penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li welatê Kirwatya di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Hewlêr (K24) – Cenazeyên 4 penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li welatê Kirwatya di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Piştî ku li welatê Kirwatyayê di encama bûyereke trafîkê de 4 penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termên wan 4 penaberan, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û bi amadebûna Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê û xizmên qurbaniyan ve li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatin pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, termê yek ji wan dê li Hewlêrê were bixakspartin û termê yek ji wan jî dê bişînin bajarê Silêmaniyê û li wir veşêrin, ji ber ku malbatên wan herduyan li Hewlêr û Silêmaniyê niştecî ne. Herwiha termên du kesên din jî dê bişînin Rojavayê Kurdistanê û dê li wir werin definkirin.

Malbatên qurbaniyên bûyera trafîkê spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin, ku ji bo anîna cenazeyên wan her dem di pêwendiyê de bûn û ji bo vê yekê hewl dan.

Di 22ê Adara îsal de li welatê Kirwatya di bûyereke trafîkê de barhilgirek wergeriyabû, ku penaber tê de xwe veşartibûn û di bûyerê de 4 penaberên Kurd ên bi navên Mihemed Arif, Îbrahîm Sexîr, Mihemed Umer û Adil Ebdulqadir canê xwe ji dest dabûn û 10 penaberên din jî birîndar bûbûn.

Ji wan 4 penaberan, du kes xelkê Dêrikê, yek ji wan xelkê Dirbêsiyê û yek jî ji Serê Kaniyê bû.