"Kurd bi wefa ne, qenciyên dostên xwe jibîr nakin"
Hewlêr (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir ragihand; em di 30yemîn salvegera biryara 688an de tekez dikin ku Kurd bi wefa ne û qenciyên dostên xwe jibîr nakin.
Karwan Cemal Tahir beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand: “Niha jî li Brîtanyayê li ser bandor û encamên wê biryarê tê axaftin, ku rola Brîtanyayê di derxistina wê biryarê de hebû.”
Tahir diyar kir: “Ev biryar, bû sedema guherîna nêrîna civaka navnetewî ji bo mijarên mirovî û destwerdana bi rêya hêzên serbazî ji bo parastina nirxên mirovahiyê.”
Herwiha destnîşan kir: “Çend parlamenterên Brîtanî bi rêya vê biryarê hewl dan yekeyeke taybet li Wezareta Derve ya welatê xwe pêk pînin, da ku çavdêriya rewşa mafên mirovan a li welatan bikin û eger pêwîst bike, Brîtanya destwerdan bike, çimkî destwerdana civaka navnetewî li Herêma Kurdistanê encam û berhemeke mezin xiste dest û bû çîroka serkeftinê li herêmê.”