Altun: Ji bo dîktatoriyê bila Îtalya li dîroka xwe binêre

Karvedanên gotinên Serokwezîrê Îtalyayê ji bo Serokomarê Tirkiyê Erdogan didomin.
Serokê Serokatiya Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun
Serokê Serokatiya Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun

Enqere (K24) - Karvedanên gotinên Serokwezîrê Îtalyayê ji bo Serokomarê Tirkiyê Erdogan didomin.

Serokê Serokatiya Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun bertek nîşanî Îtalyayê da û got, “em wan gotinên ku cihê wê di dîplomasiyê da tune ye bi tundî şermezar dikin. Yên ku dîktator digerin bila li dîroka Îtalyayê binêrin.”

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, ji ber krîza protokola ezimandina berpirsên Tirkiyê li Enqereyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan sûcdar kiribû û Erdogan jî wek “dîktator” binav kiribû. Li ser vê yekê Tirkiye jî wek bertek, Balyozê Îtalyayê yê li Enqerê Massimo Gaianiyê bangî Wezareta Derve kir.

Serokê Serokatiya Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun jî bi daxuyaniyekê nivîskî bertek nîşanî Îtlayayê da û got, “em wan gotinên ku cihê wê di dîplomasiyê da tune ye bi tundî şermezar dikin. Yên ku dîktator digerin bila li dîroka Îtalyayê binêrin.”

Her wiha Altun destnîşan kir, “Erdogan bi ji sedî 52 dengê gelê Tirk hatiye hilbijartin û hedê kesî nîne jê ra bibêje dîktator.”