Rakan Cibûrî û hejmarek ji berpirsên Kerkûkê ji bo dadgehê tên xwastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin û hejmareke din ji berpirsên wî bajarî dê werin dadgehkirin.
Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand, bi tometa gendeliyê û gihandina ziyanê bi milkên giştî, Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin Rakan Cibûrî û hejmarek ji berpirsên din ên bajêr tên dadgehkirin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Rakan Cibûrî wek hakimê leşkerî li ser xelkê bajêr hat sepandin û heta niha çendîn dosyayên gendeliyê li ser hatine tomarkirin.