Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî roja 15ê Nîsana 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja 15ê Nîsana 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov kir.

Balyozê Rûsya yê li Iraqê ku ji ber helkefta dawî hatina erkên xwe û mebesta malavayî yê serdana Serok Barzanî kiribû û ji bo wê hemahengî û karê hevbeşa ku li navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê da heye spasî Serok Barzanî kir.

Herwiha eve jî ragihand ku peywendiyên her du aliyan bingeheke xwe ya bi hêz heye û derfeteke baş ji bo berfirehtirkirina peywendiyan li warên cuda cuda de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Balyozê Rûsya yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Guftûgo û danûstandina bîr û ramanên li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê mijareke din a vê civînê bû.