Li Tirkiye û Bakur di mehekê de hejmara mirinên ji ber Covid-19ê çar qat zêde bû

Li Tirkiye û Bakur di 18ê Adarê de 81, lê di 18ê Nîsanê de 319 kesan ji ber Covid-19 canê xwe ji dest dan
Tirkiye
Tirkiye

Diyarebekir (K24) - Li Tirkiye û Bakur di 18ê Adarê de 81, lê di 18ê Nîsanê de 319 kesan ji ber Covid-19 canê xwe ji dest dan. Di maweya di navbera 18ê Adar û 18ê Nîsanê de hejmara kesên ku wefat kirine 4 qat zêde bû. Hejmara nexweşên giran jî 2 qetan zêde bû.

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve dike, di meha Sibatê de hejmara kesên ku ji ber Covid-19ê canê xwe ji dest didin nîve nîv kêm bû.

Di 1ê Sibatê de 124 kesan ji Covid-19ê canê xwe ji dest da. Di dawiya Sibatê de jî  66 kesan canê xwe ji dest dabû, lê ji meha Adarê û pê de halet roj bi roj zêde bûn. Di 21ê Adarê de 102, di 31ê Adarê de jî 152 kesan canê xwe ji dest da.

Di 30ê Adarê de hejmara nexweşên giran derket 2 hezar û 54 kesî. Di hefteya pêşiyê ya Nîsanê de hejmara nexweşên giran derket 2 hezar û 604 kesan. Di 14 Nîsanê de jî hejmara nexweşên giran dernet 3 hezar û 18 kesan.  Bi zêdebûna haletan rênima jî tên tundkirin.