Rûsya: Me 200 terorist li Tedmurê kuştin

Rûsiya: Me baregeheke perwerdeyê ya teroristan li nêzîkî Tedmurê rûxand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê radigihîne, hêzên Rûsî baregeheke perwerdeyê ya teroristan li nêzîkî Tedmurê rûxand û di operasyonê de dora 200 çekdar hatin kuştin.

Cîgirê Rêveberê Navenda Himêmîm a Lihevhatina Aliyên Dijber li Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ve Lîwa Alexander Karpov di daxuyanîyekê de got: “Li gor zanyariyên me, çekdaran baregehek li bakurê Tedmurê ava kirine û tê de grûpên çekdaran tên amadekirin û ji bo navçeyên cuda ên Sûriyê tên şandin û kiryarên teroristî dikin. Herwiha di wê baregehê de jî bombe û teqemenî bi destan tên dirustkirin.”

Karpov got jî: “Piştî tekezbûna ji wan zanyariyan, firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşî ser wê baregehê û cihên veşartinên yên teroristan kirin. Di encamê de 200 çekdar, 24 otomobîlên û 500 kîlo cebilxane hatin jinavbirin.”

Cîgirê Rêveberê Navenda Himêmîmê tekez kir, grûpên çekdaran plan dikin kiryarên teroristî li dijî sazî û dezgehên dewleta Sûriyê li gelek bajaran bikin, ji bo aramiya welat ji berî dema hilbijartinên serokatiya Sûriyê têk bidin.

Destnîşan kir jî, çekdarên terorist li baregehên li navçeyên derveyî kontrola rêjîma Sûriyê tên perwerde û rahênankirin, yek ji wan herêman jî herêma Tinif e ku di bin kontrola hêzên Amerîkî de ye.

Ev daxuyaniya Navenda Himêmîmê di demekê de ye, jêderekî ji opozîsyona Sûriyê red kiribû ku ev hejmara mezin ji çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê hatibin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Rûsî di 72 demjimêrên borî de zêdetir ji 220 êrîş li dijî armancên DAIŞê pêk anîbûn û di encamê de 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.