Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de di rêza 153an de cih girt

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2021an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 153an de cih girt.
Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de di rêza 153an de cih girt
Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de di rêza 153an de cih girt

Enqere (K24) – Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2021an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 153an de cih girt.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas RSFê, Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2021an eşkere kir. Di endeksa sala 2021an da Tirkiye, li gorî sala 2020an rêzekê bilind bû û di nav 180 welatan da di rêza 153an de cih girt.

Li gorî zanyariyên RSFê ya Tirkiyê, di endeksê de sedema bilindbûna Tirkiyê ev e ku; şert û mercên li welatên pêşiya Tirkiyê xirabtir dibe û li gel vê jî piştî vererastkirinên  reformî li Tirkiyê hin rojnameger hatine berdan. Li gel vê yekê tê destnîşan kirin ku li gorî salên borî ji girtina rojnamegeran wêdetir rojnameger bi şertê kontrola edlî tên berdan, ji loma ev yek bandor daye ku Tirkiye rêzekê bilind bibe.

Dema endeksa cîhanî cara ewil di sala 2002yan de hatibû eşkere kirin Tirkiye di rêza 99an de cih girtibû. Her wiha Tirkiye li gorî endeksên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, di sala 2017an da di rêza 155, di salên 2018 û 2019an de di rêza 157, di sala 2020an de jî di rêza 154a da cih girtibû.

Li aliyê din li gorî rapora Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî IFJê, li Tirkiyê 67 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber xebatên rojnamegeriyê zindanî ne.