Îso: Ji ber tunebûna aramiyê xelkê Serê Kaniyê nikarin vegerin cih û warên xwe

Çalakvan û rojnamevan Mihyedîn Îso li ser rewşa bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê axivî.
Çalakvan û rojnamevan Mihyedîn Îso
Çalakvan û rojnamevan Mihyedîn Îso

Hewlêr (K24) – Çalakvan û rojnamevan Mihyedîn Îso li ser rewşa bajarê Serê Kaniyê diyar kir; grûpên çekdar ku hatine Serê Kaniyê, dest danîne ser mal û milkên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û ji ber vê yekê xelk nikarin vegerin û aramî tune ye ku vegerin Serê Kaniyê.

Mihyedîn Îso ji bajarê Bremen yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Îso diyar kir: “Li Serê Kaniyê heta niha ti aramî tune ye. Her hefte şer di navbera çekdaran de çêdibin. Kesên sivîl ên ku li Serê Kaniyê ne, Kurd hejmara wan gelek kêm in li wê derê, kesên niha li Serê Kaniyê ti aramî ji wan re tune ye, ji ber ku li wê derê grûpên hene; çi Sultan Murad be, an Ehrar El Şerqiye û yên din, di hundirê Serê Kaniyê de her dem ev şerê han di navbera wan de çêdibe.”

Mihyedîn Îso destnîşan dike: “Xuya dike ku Tirkiye nikare li Serê Kaniyê an li Efrînê an li Girê Spî aramiyekê bîne van deveran, an aramiyekê bide xelkê, heta dema aniha nikare pêk bîne, ji ber ku ramanên wan kesan ramanên DAIŞê ne û fikrên ku kesekî qebûl nake. Heta li ser dewleta Tirkiyê pir zehmet e ku karibe van kesan di destê xwe de bihêle, ji ber ku mebesta wan a hatina Serê Kaniyê an bajarekî din, mebesta diziyê ye, ku destê xwe deynin ser mal û milkên xelkê.”

Li ser sedema kêmbûna hejmara Kurdan li Serê Kaniyê eşkere kir: “Heta aniha, li gor zanyariyên me, derdora 20 hezar mal û xaniyên xelkê me yê li Serê Kaniyê, xelkê Kurd, ew çekdar hatine Serê Kaniyê û destê xwe danîne ser mal û milkên wan xelkê me yê Kurdên Rojava, ji ber vê yekê xelk nikarin vegerin, aramî tune ye ku vegerin Serê Kaniyê, cih tune ye ku herin, mal û milkên wan hemû çûne, destê xwe danîne ser. Li ser xelkê qedexe ye ku vegerin Serê Kaniyê. Ji ber ku ew nahêlin vegerin. Gelek kes ji Idlibê hatine, ji Hemayê hatine, ji hemû bajarên Sûriyê hatine, ew û malbatên xwe hatine Serê Kaniyê.”