Wezareta Derve ya Tirkiyê: Konferansa Aştiyê ya Efxanistanê hat bipaşxistin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku, Konferansa Stenbolê ya Proseya Aştiya Efxanistanê ku wê di navbera 24ê Nîsan û 4ê Gulanê de dihat plankirin ku li Stenbolê birêve biçe, ji bo rojên pêş hatiye bipaşxistin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Enqere (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku, Konferansa Stenbolê ya Proseya Aştiya Efxanistanê ku wê di navbera 24ê Nîsan û 4ê Gulanê de dihat plankirin ku li Stenbolê birêve biçe, ji bo rojên pêş hatiye bipaşxistin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku, Konferansa Stenbolê ya Proseya Aştiya Efxanistanê ku wê di navbera 24ê Nîsan û 4ê Gulanê de dihat plankirin ku li Stenbolê birêve biçe, ji bo dîrokekê pêş hatiye bipaşxistin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku,”Ji ber geşepêdanên dawî û piştî ku bi aliyan re şêwr û mişêwrên berfireh hatin kirin, ji bo ji konferansê pêşketinekê berbiçav encam bide û şert û merc guncavtir bibin biryar hat dayîn ku konferans ji bo rojên pêş bê bipaşxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Tirkiyeyê de hat gotin,”Ji bo li Efxanistanê aştiyekê mayînde û adil bê durustkirin û ji bo gotûbêjên ku di meha Îlona sala çûyî de li Dohayê dest pêkir bilez bimeşe, bi pêşengî û organîzasasyona Tirkiye, Qeter û Neteweyên Yekbûyî; biryar hatibû dayîn ku di navbera 24ê Nîsan û 4ê Gulana 2021an de li Stenbolê, di navbera Komara Îslamî ya Efxanistan û nûnerên Taliban de konferansekê payebilind bihata sazkirin. Lê di çarçoveya geşepêdanên dawî de û piştî ku bi aliyan re şêwr û mişêwrên berfireh hatin kirin, ji bo ji konferansê pêşketinekê berbiçav encam bide û şert û merc guncavtir bibin; biryar hat dayîn ku konferans ji bo rojên pêş bê taloqkirin. Tirkiye, Qetar û Neteweyên Yekbûyî ji bo li Efxanistanê pêkanîna aştiyê wê hemû hewlên xwe yên dilsozane bi biryardarî berdewam bikin.”

“Taliban red kir ku beşdarê konferansê bibe”

Her wiha li gorî nûçeya ajansa Reutersê, ji ber sedema ku Taliban nexwestiye beşdarê konferansê      bibe, konferans hatiye bipaşxistin. Rayedarekê payebilind ji bo Reutersê ragihandibû, “Wê li Stenbolê hevdîtin çênebe, lewra Taliban di rojên diyarkirî de red kir ku beşdarî konferansê bibe.”