Bereya Aştî û Azadiyê rewşa siyasî ya Sûriyê ligel Wezareta Derve ya Kanadayê gotûbêj kir

Ofîsa Pêwendiyên Derve û Dîplomatîk a Bereya Aştî û Azadiyê li gel Wezareta Derve ya Kanadayê civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî gotûbêj kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Pêwendiyên Derve û Dîplomatîk a Bereya Aştî û Azadiyê bi awayê “online” li gel Wezareta Derve ya Kanadayê civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî gotûbêj kir.

Di hevdîtinê ku Berpirsê Dosêya Sûrî yê Kanadayê Gregory Galligan û Berpirsê Karûbarê Rojhelata Navîn Emîr Ferîd beşdar bûn, rewşa giştî ya siyasî ya Sûriyê û piştgiriya pêvajoya siyasî ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de nêrîna siyasî ya Bereyê hate gotûbêjkirin ku aliyê Kanadî tekezî li ser girîngiya nêrîna siyasî ya Bereyê kir û ew guncav dît ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê, û piştgiriya mafên hemî pêkhateyên li Sûriyê tekez kir.

Her du aliyan girîngiya diyaloga Kurd – Kurdî û girîngiya serkeftina wê tekez kirin, ji ber ku girîngiya wê di damezrandina aramiya herêmê de heye, wek beşek ji pêvajoya siyasî û çareseriyek berfireh li Sûriyê.

Civînê tekezî li ser hevahengiya têkiliyên di navbera Bereya Aştî û Azadiyê û Hikûmeta Kanadayê de û piştgiriya kanadayê ya siyasî kir.

Her weha civînê  pêvajoya guherîna demografî li Sûriya gotûbêj kir û her du aliyan hemû cureyên guhertina demografî yên li Sûriya pêk tên red kirin.

Herwiha girîngiya piştgiriya mirovî ji bo miletê Sûrî hate tekezkirin, bi taybet li herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, nemaze di rûbirûbûna vîrûsa Korona (Covîd-19) û dabînkirina vaksînên pêwîst ji bo herêmê û piştgiriya wê di asta tenduristî de.

Bereya Aştî û Azadiyê Roja 28ê Tîrmeha 2020an li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt hatibû damezirandin.