CHPê ji bo Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şûrayê da

Li Tirkiyeyê partiya mixalefeta sereke CHP, ji bo biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin serî li Dadgeha Şûraya Dewletê da.
CHP ji bo biryara Serokomariyê ya vekişîna ji Peymana Stenbolê bê betalkirin serî li dadgehê da
CHP ji bo biryara Serokomariyê ya vekişîna ji Peymana Stenbolê bê betalkirin serî li dadgehê da

Enqere (K24) - Li Tirkiyeyê partiya mixalefeta sereke CHP, ji bo biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin serî li Dadgeha Şûraya Dewletê da.

Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser vekişandina ji Peymana Stenbolê ya navdewletî ku bi taybetî mafên jinan diparêze didomin. Di 20ê Adarê de bi biryarnameya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiyabû. Ji wê rojê û şûnde gelek sazî û rêxistinên jinan û civakî li gel beşekî mezin partiyên mixalefetê bertek û nerazîbûn nîşanî biryara vekişandinê didin.

Partiya mixalefeta sereke CHP jî ji bo biryarnameya Serokkomariyê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin serî li Dadgeha Şûrayê da.

Li ser navê CHPê, Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel û Cîgirseroka CHPê Gulizar Biçer Karaca serî li dadgehê dan. Piştî serlêdanê şandeya CHPê bi civînekê rojnamegeriyê derbarê naveroka serlêdanê de axivîn.

Ozel destnîşan kir, bêyî ku Serokkomar xwedî wê rayeyê be ew bi biryarnameyekê ji peymanekê navdewletî ku Parlamentoya Tirkiyeyê îmze kiriye derketiye û ew ê wek CHP di her warê de li dijî vê biryarê têbikoşe.

Ozel: “Me bi 3 daxwazên sereke serî li Dadgehê da”

Serokwekîlê Koma CHPê Ozel destnîşan kir, ew bi 3 daxwazên sereke serî li dadgehê dane û wiha axivî; “Ji bo 3 daxwazên sereke me serî li Dadgeha Şûrayê da. Ya yekem, ji aliyê usûl ve ti hikmê vê biryarê tune ye. Ya duyem, biryara ku hatiye dayîn bi temamî li dijî destûra bingehîn e. Ya sêyem rayeya Serokkomar tune ye ku bêyî biryara Parlamentoyê ji peyamanekê navdewletî vekişe. Em hêvîdar in ku Dadgeha Şûrayê vê biryarê betal bike û cîbicihkirina wê rawestîne.”

Cîgirseroka CHPê Gülizar Biçer Karaca jî ragihand ku li Tirkiyê di nava 3 mehên dawî de 88 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û divê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin û ev peymana ku mafên jinan diparêze bê cîbicihkirin.

Soylu: “Piştî vekişandina ji Peymanê rêjeya kuştina jinan ji sedî 26 daket”

Li aliyê din Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertel nîşanî daxuyaniyên CHPê da û got, “Piştî Peymana Stenbolê hat fesihkirin rêjeya jinên ku jiyana xwe ji dest dane ji sedî 26 daket. Kesên ku di siyaset û jiyana xwe de derewan ji xwe re kirine peymana sereke niha radibin bêyî şerm bikin li ser Peymana Stenbolê derewan dikin. CHP jî dikeve tora wan derewkaran, ji loma jî tu karekê wan bisernakeve.”