Li Parîsê polîseke jin bi kêran hat kuştin

Li herêma Parîs ya Fransayê polîseke jin ji aliyê kesekî ve bi kêran hat kuştin.
Fransa
Fransa

Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêma Parîs ya Fransayê polîseke jin ji aliyê kesekî ve bi kêran hat kuştin.

Duh li bajarê Rambouillet yê li herêma Parîs ya Fransayê, polîseke jin ji aliyê kesekî ve bi kêran hat kuştin.

Li gorî agahiyan, piştî wê êrişê ew zilam ji aliyê polîs ve hat kuştin. Heta niha nayê zanîn ew êriş terorîstî bûye yan jî sedemeke din hebûye.

Ew kesê ku êriş kiriye, bi regez Tûnisî ye lê welatiyê Fransayê bûye. 6 meh berê jî li derdora Parîsê, kesekî serê mamosteyekî jê kiribû.